Rêveberiya Xweser Sorxwîn a biçûk ji ber kilîba wê xelat kirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Sorxwîn a biçûk ji ber kilîba wê xelat kirin.

Di derbarê de, Navneda Pargîn a Lêkolîn û Parastina Kevneşopiya kurdî ya
bi navê “Payîzok” tê naskirin kilba dawî derxist, li ser medyaya civakî bû trend.

Di kilbê de zaroka bi navê Sorxwîn a 11 salî stranên folklorî dibêje.

Bavê Sorxwîn ji Ajansa Hawar’ê re axivî û got:” Sorxwîn her tim û tim ji min re digot, ez dixwazim di pêşerojê de bibim hunermendeke balkêş.”

Bavê Sorxwîn zehmetiyên ku keça wî dikşand anî ziman ” Ji wan zehmetiyan bilêvkirina peyvên wêjeyî ku pêwîstî bi nefeseke kûr heye, lê bi teşwîqkirinê perwerdeya xwe domand.”

Di dawiyê de Rêveberiya Xweser bi plaketekê Navenda Pargîn xelat kir, her wiha tembûrek pêşkêşî Sorxwîn kir

Back to top button