Serokê Meclîsa Nûnerên Lîbyayê, Eqîle salih , piştrast kir ku tu çareyek ji krîza li wî welatî re tune ji bilî pêkanîna hilbijartinan di wextê xwe de.
Saleh tekez kir ku gel rasterast serokomar hildibijêre, û destnîşan kir ku çareserî bêyî hilbijartina serokek ku dê saziyên leşkerî û sivîl li hev bike û bike yek, pêk nayê.
Ji alîyê xwe ve, Wezîrê Karên Derve, û Hevkarîya Afrîkî Li Derve,Nasir borîta, tekez kir ku pêdivî ye ku roja lihevkirî ya hilbijartinên li Lîbyayê were domandin da ku aramî pêk were.
Washington: Civîna cîranên Lîbya ya li Cazayirê ji bo aramiya herêmê gaveke girînge
Her wiha , Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî li Lîbyayê kêfxweşiya xwe ji encamên civîna wezaretê ya welatên cîranên Lîbyayê, ku Cezayirê van demên dawî mazûvanî kir, diyar kir ku ew pêngavek girîng e di piştgiriya aramiya herêmê de.