Nêzî 4 milyon Efxanî koçî Pakistanê bûne

Aloziya li Efxanistanê her ku diçe zêde dibe. 4 milyon Efxan li Pakistanê ne û bi sed hezaran belavî welatên derdorê dibin. Ingilistanê ragihand ew ê 30 milyon sterlîn ji bo koçberan veqetîne. Li aliyekî din, guftûgoyên navbera Talîban û Eniya Pêncşêrê bi bin ketin. Ev yek egeriya rûdana şerekî dijwar û kûrbûna aloziya heyî, radixe ber çavan.

Piştî ku Efxanistan ji aliyê Talîbanê ve hate kontrolkirin, berê milyonan mirov bi rêya koçberiyê ve bûye.

Nemaze piştî ku Ewropayê rêyên xwe li ber wan girtin.. êdî tekane hêviya Efxanan ew e xwe bispêrin welatên cîran.

Weke Pakistanê..

Li gor daneyên dawî, nêzî 4 milyon Efxan xwe gihandine Pakistanê û li kampan di nava mercên giran de dimînin.

Bi heman rengî, Efxanên reben berê xwe didin Îranê..

Di vê rewşê de, xemsariya welatên Ewrûpayê, êşa Efxanan zêdetir dike..

Amerîka û ev welat, da ku hêrsa li beramberî xwe kêm bikin, bi dayîna pereyan dixwazin aloziyê çareser bikin.

Ingilistan: Em ê 30 milyon sterlîn ji bo koçberan veqetînin

Di vê derbarê de, rêveberiya Ingilistanê eşkere kir ku ew amade ne ji bo koçberên Efxan 30 milyo sterlîn veqetînin.

NY: Gelê Efxanistanê bi birçîbûnê re rû bi rû ye

Di vê navberê de, Neteweyên Yekbûyî hişyar kir ku gelê Efxanistanê bi birçîbûnê re rû bi rû ye..

Eniya Pêncşêrê: Em ê şerê li dij Talîbanê bidomînin

Li aliyê din, guftûgoyên navbera Talîban û Eniya Berxwedana Nîştimanîya Efxanî jî bi bin ketin.

Ev yek ji niha nîşan dide ku rewşa welêt dê aloztir bibe.

Eniya Pêncşêrê ragihandiye ew ê şer li dij Talîbanê bidomîne.

Talîban jî ji aliyê xwe ve hêz û çekên giran amade dike.

Pentagon: Erka me li Efxanistanê qediya.. Em ê destekê nedin eniya Pêncşêrê

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Pentagonê bi gotina, “erka me li Efxanistanê qediya”, peyam da ku ew ê alîkariyê nede Eniya Pêncşêrê.

Heman Pentagonê îdîa kir ew ê ji bo şerê li dij DAIŞ’ê desteka pêwîst bide Talîbanê..

Ev helwesta Waşingtonê, radixe ber çavan ku Eniya Pêncşêrê dê nikaribe bi hêsanî armancên xwe pêk bîne.

Di encamê de, ev yek dê bide sedema ku aloziya heyî du qat bibe.

Pûtîn: Bi vekişîna DYAji Efxanistanê re karesata mirovî derket

Li hemberî rewşa li Efxanistanê, Rûsya jî di her fersendê de DYA tewambar dike.

Serokdewletê Rûsya Vladimir Putin, di Foruma Aboriya Rojhilat a li bajarê Vladivostok yê Rûsya hate lidarxistin de axivî.

Putin diyar kir ku ji bo pêvajoya nû ya li Efxanistanê pêwistî bi xebateke hevbeş heye û rewşa mirovî ya li welat jî weke felaketekê binav kir.

Back to top button