ARTÊŞA TIRK DÎWARAN NAVBERA GUNDÊN EFRÎNÊ LÊDIKE

Dewleta Tirk a dagirker li pêşberî çavên hemû Cîhanê û bi taybet Hikûmeta Sûrî, Efrîn parçe dike.. Di navbera gundên Efrînê de, dîwaran lê dike û baregehên leşkerî ava dike.. Di heman wextê de, burcên peywendiyên toreya telefonê ya Sûrî radike û li şûna wê yên Tirkî datîne.

Herî dawî agahî ji Efrînê hatin ku, dagirkeriya Dewleta Tirk di navbera gundên Efrînê, gundên li beramberî Şehbayê, derdora bargeh û navendên xwe bi bilindbûna 3 meteryan dîwaran lê dike.

Nûçegihanên me ragihandin ku navbera gundên Kîmar û Berad,Meryemîn û Cilbirê dîwar lêkirin û li derdora gundên navçeya Şêrawayê sînor xêz kirine.

Her wiha li gorî çavkaniyan, dagirkeriya Tirkiyê li cihê navenda Trafîkê ya berê, nêzî Peykerê Kawayê Hesinkar bargehên serçetyên “Ceyş El- Îsalm” yên ji Xûtayê ava dike.

Li aliyekî din jî hat gotin ku dagirkerî li navçeyên Şera û Cindirês burcên toreyên peywendiyan ên Sûriyê rakirin û li cihê wan toreyên Tirkî datîne.

Da ku bi vê yekê kiriyarên xwe binuxmîne û çavdêriya xelkê bike..

Ajansa Hawarê jî dîmenê van binpêkirinan weşandin..

Leave a Reply

Back to top button