Gerîlayan li herêma Zapê derb li helîkopterê xistin

Berxwedana dîrokî ya gerîlayên Azadiyê ya li dijî êrişên artêşa Tirk ya dagirker roj bi roj mezin dibe. Gerîlayan li herêma Zapê derb li helîkoptereke dagirkeran xist ku dixwest êriş bike.

HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker bi gazên jehrî qada berxwedanê ya Werxelê a Avaşînê bombebarankirin.

Gerîlayên Azadiyê di çarçoveya pêngavên şoreşger de li dijî artêşa Tirk ya dagirker ku êrişê dibe ser başûrê Kurdistanê bê navber çalakiyan dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên dagirkeran û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir hêzên gerîla di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li artêşa Tirk ya dagirker dan û ev agahî parve kir,

“31’ê Tebaxê li ser rêya Şemzînan-Geverê ya Colemêrgê, hêzên me li cihê kontrola rê xistin. Di vê çalakiyê de hejmara dagirkerên ku hatin cezakirin û yên birîndar bûn nehate zelalkirin.

2’ê Îlonê li herêma Zapê, hêzên me yên YJA Starê li helîkoptereke êrişê xistin ku dixwest bombeyan li qada Tîpa T bibarîne. Helîkopter a ku derb xwar neçar ma ji herêmê biçe.

Heman rojê li herêma Zapê li dijî dagirkerên li qada Cîloyê Biçûk, hêzên me bi çekên giran çalakî kirin. Hedefên hatin diyarkirin, bi rengekî serketî li wan hate xistin.”

HPG’ê da zanîn êriş û bomebaranên li ser herêma Avaşînê jî dewam dikin.

Hat diyar kirin 2 û 3’ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyan, çekên giran û gazên jehrî qada berxwedanê ya Werxelê bombebarankirin.

Hat gotin dagirkeran xwestin piştî bombebaranê bi pêş ve biçin lê berxwedêrên Werxelê ji nêz ve li wan dan û dagirker neçar man vekişin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir êrişên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî dewam dikin.

Hat diyarkirin 2 û 3’ê Îlonê gelek qadên bi ser herêmên Zap, Metîna, Garê û Avaşînê ji qereqolên ser sînor, helîkopter û balafirên şer hatin bombebarankirin.

HPG’ê da zanîn ji ber êriş û bombebaranê şewatên ku li herêma Zap û Garê derketine hê jî dewam dikin.

Back to top button