Şaredariya Gel a Dêrikê dest bi projeyên nû kir

Şaredariya Gel a bajarê Dêrikê di çarçoveya plansaziya 2021`ê de dest bi sererastkirina rêyên xirab û paqijkirina navçeyê kir. Şêniyên herêmê jî bi hevkariya komîna gund cih û warê xwe xweş dikin û bi riza dilê xwe tevlî projeyên şaredariyê dibin.

Şaredariya Gel a Dêrikê ya kantona Qamişloyê dest bi sererastkirina rêyên şaxî û restorekirina cihên giştî û paqijkirina navçeyê kir.

Komîteya Xizmetguzariyê ya şaredariyê, torên kanalîzasyonê yên herêma rojhilatê navçeyê jî sererast kirin.

Li taxa Rojava jî, xebatên firehkirina torên avê bi alîkariya şêniyên taxê hat meşandin û bi qasî 100 mal ji vê projeyê sûdê digirin.

Her wiha şaredariyê rêya gundê Girê Şêra jî sererast kir.

Şaredariya bajarê Dêrikê gundê Rîhanik yê girêdayî Şaredariya Gel a Eyn Dîwarê bi hevkariya komîna gund rêya gund sererast kir.

Bi însiyatîfa şêniyên gundê Mamşûr rêya di navbera gundê Kanîkirk û Mamşûr de sererast kir û rêya Robariya û rêya di navbera Goristana Şehîdan û gundê Rîhanikê de jî restore kirin.

Back to top button