YPG’ê nasanmeya şervanekî xwe yê şehîd eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî xwe ku şehîd bûye eşkere kir.

YPG’ê anî ziman ku 26’ê Tebaxê şervanê wan Hogir Narîn Botan di encama nexweşiyê de, şehîd bû û got,

Hevrê Hogir bi kedkarî, fedakarî û dilnizmîya xwe dihat naskirin û herdem ev sekn parast.

Heya kêlîya dawî, bi berpirsyarîyeki mezin tevlî kar û xebatên şoreşê bû û erkên xwe pêkanî.

YPG’ê di şexsê şehîd Hogir de hemû şehîd bîr anî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye,

Ebdilezîz Yeşîl bi nasnav Hogir Narîn Botan, 26’ê Tebaxa 2021’an li Hesekê şehîd bû.

Back to top button