Di êrişa li ser wargeha Mexmûrê de jinek birîndar bû

Vê sibê careke din balafirek bê mirov a dewleta Tirk êrîş bir ser Wargeha Mexmûrê. Di êrişê de jinek birîndar bû û zirar li malan bû. Lê heta niha Neteweyên Yekbûyî û Iraqê li hember vê kampê berpirsyariyên xwe bi cih neanîne û ti helwestekê nîşanî êrişên dewleta Tirk nadin.

Şêniyên wargehê bang li hemû cihên peywendîdar kir ku bi erk û berpirsyariyên xwe rabin û nebin hevkarên dewleta Tirk.

Balafirek biçek a bê mirov a dewleta Tirk îro derdora saet 08.30 yê sibê careke din navenda Wargeha Penaberan Mexmûrê bombebaran kir.

Di êrişê de ti windahiyên canî çênebûn, tenê jinek bi sivikahî birîndar bû, lê ziyan gihîşte malên derdorê.

Şandeyek hikumeta Iraqê serdana wargehê kir

Çend saet piştî êrişê, şandeyek girêdayî hikumeta Iraqê ku di nav de berpirsên Beşa Îstixbaratê ya Antî Teror ya Navçeya Mexmûr û Cîgirê Midurên Polîsên Navçeya Mexmûrê jî hebû, bi armanca lêkolîna cihê bûyerê serdana wargehê kir.

Şandeya Iraqê li malên ku zirar dîtine geriyan û çavdêriyên xwe nivîsandin.

Endamên şandeyê gotin ku wan hikumeta Iraqê ji êrişê agahdar kiriye û bêyî ku daxuyaniyek bide vegeriya.

Şandeyek firqeya 14’an a artêşa Iraqê li cihê êrişê lêkolîn kir

Piştî şandeya hikûmetê, şandeyek girêdayî firqeya 14’an a artêşa Iraqê ku li Navçeya Mexmûrê dimîne serdana wargehê kir û li cihê êrişê lêkolîn kir.

Endamên şandeyê li malên ku zirar dîtine geriyan û çavdêriyên xwe nivîsandin.

Endamên şandeyê diyar kir ku ew ê encama lêkolîna xwe ji Bexdayê re bişînin.

Şande piştî lêkolînan ji wargehê vegeriya.

Çendîn care ku piştî êrişên li ser Mexmûrê şandeyên Iraqê tên cihê bûyerê û lêkolîn dikin, lê heya niha ne helwestekê ber biçav nîşan dane û ne jî karîne pêşiya êrişên dewleta Tirk bigrin.

Şêniyên wargehê bang li cihên peywendîdar kir ku bi berpirsyariyên xwe rabin

Li cihê ku êriş li ser pêkhatî, li ser navê şêniyên wargehê daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn.

Di daxuyaniyê de bang li hemû cihên peywendîdar hat kirin ku bi erk û berpirsyariyên xwe rabin û nebin hevkarên dewleta Tirk.

Back to top button