CEMÎL BAYIK BI NAMEYEKÊ PIŞTGIRIYA XWE JI BO ÇALAKGER HERÊM MEHMÛD NÎŞAN DA

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji bo Endezyar Herêm Mehmûd ê ku li Kelarê 52 rojin li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan di greva birçîbûnê de ye nameyek şand û piştgirî da çalakiya wî.

Li navçeya Kelarê ya Germiyanê Endezyar Herêm Mehmûd ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan 52 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye.

Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik ji bo piştgiriyê nameyek şand û wiha got;

Ji bo heval Endezyar Herêm Mehmûd.

Bi riya we silav û rêzên xwe pêşkêşî gelê têkoşer ê Başûrê Kurdistanê û bi taybet Germiyanê dikin.

Rojhilata Navîn û Kurdistanê îro di qonaxekî hestyar û çarenûsaz re derbas dibe.

Ji aliyekê ve derfetê vê yekê heye ku gelê me doza xwe çareser bike û bigihe hêvî û armancên xwe.

Ji aliyê din ve, hikûmeta Erdogan û Bahçelî û dewleta Tirk ji her demê zêdetir li ser siyaseta înkar û îmhayê ya li ser gelê me dewam dikin.

BAYIK: EM Ê BI BERXWEDANÊ DESKEFTIYÊN KURDISTANÊ BIPARÊZIN

Ji bo ku em nekarbin sûd ji vê qonaxa dîrokî bigirin, bi awayekî tund Rêber Apo tecrîd kirine.

Gava ku heval Leyla Guven û Nasir Yagiz pêşengiya kir û şikandina tecrîda li ser Rêber Apo kirin armanca xwe xwedî vê naverokê ye.

Berfirehbûna çalakiyên li zindanên Tikiye û her çar beşên Kurdistanê û derveyî welat nîşaneyek eşkere ku gelê Kurd tecrîda li ser Rêber Apo weke tecrîda li ser hemû gelê Kurd dibînin.

Em ê rê nedin ked û fedekariya we û xwîna şehîd (Zulkuf Gezen, Ayten Becet, Ugur Şakir, Zehra Saglem û Meyda Çinar) vala biçe.

Soz didin ku pêngava ‘Tecrîdê bişkêne, faşîzmê hilweşîne û Kurdistanê azad bike’ ser bixin.

Bi vî awayî destkeftiyên gelê me yê li Başûrê Kurdistanê û her çar aliyên Kurdistanê biparêzin.

Leave a Reply

Back to top button