Belafirên şer ên Rûsya çolistana Sûriyê bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê di 24 saetan de 90 caran êrişî çolistana Sûriyê kirin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) Ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê 90 caran çolistana rojhilatê Humsê, çolistan û sêgoşeya Hema-Heleb-Reqayê û çolistana Dêrazor bombebaran kirin.

Navendê destnîşan kir ku balafirên şer ên Rûsyayê 35 êriş li dijî çolistana Asreya û herêmên di navbera Dêrazor û Reqayê de pêk anîn.

hat diyar kirin derbarê encamên êrîşan de tu agahî nehatiye eşkere kirin.

Çavdêriya Mafên mirovan a Sûriyê ragihand ku îro Hêzên hikumeta Şamê li Başûrê Derayê ciwanekî ku di nava zeviyên xwe de bû ew gule barandin.

Hat zanîn ku ew ciwan ji ber birîna xwe ya giran jiyana xwe ji dest da.

Back to top button