Hecî Kaçan: Em ê ti carî teslîmî van êrişan nebin û serî netewînin

Der barê êrişa Dewleta tirk a dagirker de Hevserokê Meclisa Gel ê wargeha Mexmûrê Hecî Kaçan axîvî û da zanîn êrişên dewleta Tirk dewama konsepta tinekirinê ya li dijî gelê Kurd e. Kaçan got, “Emê ti carî li hember van êrişan serê xwe netewînin.”

Balafirên bêmirov yên dewleta Tirk a qirker, destê sibehê wargeha penaberan a Mexmûrê bombebaran kirin.

Di encama êrişa hewayî ya Dewleta Tirk a qirker de jinek birîndar bû û zirar gihîşt mal û milkê şêniyan.

Hevserokê Meclisa Gel a Wargeha Mexmûrê Hecî Kaçan der barê êrişên dewleta Tirk a qirker yên li dijî Mexmûrê diyar kir ku ev êriş dewama konsepta şerê taybet ê li dijî gelê Kurd e û got: “Dewleta Tirk a dagirker herî dawî li Rojava, Şengalê û dîsa çend roj berê li Pencewînê êrişî sivîlan kir. Îro jî maleke sivîlan li Mexmûrê kir hedef.”

Herwiha Hecî Kaçan, êrişên li dijî sivîlan jî weke konseptekê destnîşan kir û got: “Ev konsepta şer bi taybetî li dijî tevgera azadiyê ya Kurd û gelê wê tê kirin. Em dizanin ku dewleta Tirk wê ji vê konseptê encamê negire.”

Hecî Kaçan: Divê gelê me li her derê li dijî êrişan dengê xwe derxe

Hevserokê Meclisa Gel a Wargeha Mexmûrê Hecî Kaçan di axaftina xwe de bal kişand ser armanca êrişên dewleta Tirk û got;

”Êrişên li dijî Başûr, Rojava, Şengal û herî dawî îro li dijî Mexmûrê, armanca wê nîşan dide. Herçiqasî ev êriş perçe perçe xuya bikin jî ev êriş di çarçoveya koseptekê de têne kirin. Armanca jî tinekirna gelê Kurd e.”

Kaçan ji gelê Kurd xwest ku li hemberî êrişên dewleta tirk a mêtinger rabe ser piyan, dakeve qadan û got: ”Divê gelê Kurd li her derê têkoşînê xurt bike û xweziya dijminên me di qirika wan de bihêle.”

Back to top button