“Divê şênî li hember êrişan hînî xweparastinê bibin”

Hêzên Parastina Civakî HPC’ê di warê xweparastinê de civakê perwerde dike. Perwerdekarên HPC’ê dibêjin, ew amade ne di her alî de civakê li ser hîmê xweparastinê perwerde bikin.

Hêzên Parastina Civakî HPC’ê ji bo şênî û endamên saziyên sivîl, perwerdeya leşkerî û bîrodozî bi rêxistin dike.

HPC’ê ji destpêka sala 2021’an ve li Dirbêsiyê zêdetirî 8 dewreyên perwerdeyê pêk anîne.

Endamê HPC’ê yê navçeyê Îmad Biro bal kişand ser armanca perwerdeyê û got,

”Armanca me ew e ku şênî karibin xwe, destekftiyên Rêveberiya Xweser û şêniyên herêmê biparêzin.

Endama HPC’ê Nûra Mihemed jî diyar kir ku parastin erka her şêniyekî ji herêmê ye û got,

”Em jî hazirin ku şêniyan hemûyan perwerde bikin û di her warî de piştgiriyê bidin wan.”

Nûra bang li şêniyan kir ku xwe perwerde bikin û li gorî rewşa heyî xweparastinê xurt bikin.

Back to top button