Çeteyan 5 welatî ji navçeya Mabata û Şiyê yên Efrînê revandin

Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî hema bêje her roj sûc û kirinên xwe yên hovane dubare dikin. Çeteyan 5 welatî ji navçeyên Mabata û Şiyê revandin. Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê jî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk êşkence li 3 girtiyên ji Gundê Qurtuqlaqê kirine.

Li Efrîna dagirkirî, welatiyên ku li Efrînê mane; rojane zilm û zora dewleta Tirk û çeteyên wê dibînin.

Malpera Efrîn Postê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyên bi navê Fayiq Ebdo Qere yê 35 salî û birayê wî Mihyedîn Mistefa Qere, yên ji Gundê Evrazê yê bi ser Navçeya Mabata, revandine.

Her wiha çeteyên dewleta Tirk ên navê polîs li wan kirine, welatiyê bi navê Fehed Elêwî, piştî du mehan girtina wî, di berdêla 4 hezar dolarî de berdane.

Li Gundê Birêmcê yê bi ser Navçeya Mabata, çeteyan welatiyê bi navê Ebdilqadir Sîdo, bi sedema ku berê li gel Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê kar dikir, çeteyan wî revandiye û heta niha aqûbeta wî ne diyar e.

Her wiha malperê ragihand ku çeteyan di 30’yê Tebaxê de, welatiyên bi navên Azad Kemal Hisên û Arif Mihemed Şûkrî yên ji Gundê Enqlê yê bi ser Navçeya Şiyê revandine û heta niha rewşa wan ne diyar e.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê jî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk beriya demekê 15 welatî ji Gundê Qurtuqlaqê yê bi ser Navçeya Şera revandine, û bi taybetî êşkenceyeke giran li 3 kesan kirine.

Komên çete li gundên Marat, Çolaqa û Feqîra hev dane ber topan

Li aliyekî din, xezeba çeteyan ji ber lingên wan radibe.

Çeteyên dewleta Tirk ên li ser malê xelkê Efrînê rûniştine gelek caran bi hev dikevin û şer dikin.

Duh, li gundên Merata, Çolaqa û Feqîra, çeteyên Firqet El-Hemzat û Siqûr El-Xab, bi çekên giran hevdu dane ber topan.

Back to top button