BI BONEYA CEJINA ÊZIDIYAN PEYAMEK PÎROZBAHIYÊ BELAV KIR

Li Serdeşta Çiyayê Şengalê wê sibe Çarşema serê Nîsanê ango (Çarşema Sor) cejina Êzidiyan were pîroz kirin. Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî bi boneya cejnê peyameke pîrozbahiyê weşand û cejnê li tevahî civaka Êzidî pîroz kir. Her wiha Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî sibe weke roja betlane ragihand.

Li Serdeşta Çiyayê Şengalê wê sibe Çarşema serê Nîsanê ango Çarşema Sor were pîroz kıirin.

Berpirsê Asayîşa Êzidxanê Şêrzad Şemo diyar kir ku wan ji bo ewlehiyê hemû amadekariyên pêwist kirine.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi boneya rojê peyameke pîrozbahiyê weşand û cejnê li tevahî civaka Êzidî pîroz kir.

Meclisê di peyama xwe de wiha got:

Pêwîste gelê me li dijî hemû êrîş û fermanan xwedî li çand û baweriya xwe ya hezarî salan derkeve.

Divê em weke civaka Êzidî ji bo Êzîdxaneke azad dest bidin hev û Êzîdxanê bi yekîtiya xwe bixemilînin.

Em careke din weke meclîsa xweser û tevahî saziyên Şengalê bang li gelê xwe dikin ku berê xwe bidin ser axa xwe û cejna xwe ya pîroz li Êzîdxanê pîroz bikin.

RÊVEBERIYA XWESER A BAKUR Û ROJHILAÊ SÛRÎ
BI BONEYA ÇARŞEMA SOR Û SERSALA ÊZIDIYAN 17 NÎSANÊ KIR BETLANE

Her wiha Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi heman armancê biryarnameyek derxist û diyar kir ku roja çarşemê ji hemû saziyên fermî re betlane ye.

Di biryarnamey Meclisê de wiha hat gotin:

Bi boneya cejna derketina Fransayê ji Sûriyê û bi boneya Çarşema Sor hemû navend û saziyên fermî yên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bilî saziyên ku karê wan dewamiyê dixwaze, roja çarşemê 17`ê Nîsana 2019`an dikin betlane.

Leave a Reply

Back to top button