Li herêma Cizîrê yekemîn Mihrîcana Mardotho destpêkir

Mîhrîcana Mardotho ya yekemîn ku balê dikişîne ser Çand û Hunera Suryan bi tevlîbûna 4 komên dîlanan li bajarê Qamişlo dest pê kir.

Bi pêşengtiya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê,Komeleya Çandê ya Suryanî Mîhrîcana Mardotho ya yekemîn li hola Selam a li bajarê Qamişlo dest pê kir.

Di Mîhrîcanê de şêniyên civaka Suryan, nûnerên Rêveberiya Xweser, Partiya Yekitiya Suryan, Yekitiya Jinên Suryanî û Meclisa Leşkerî ya Suryanî hazir bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, mîhrîcan bi dengê muzîkê ya Koma Komeleya Çandê ya Suryanî li Sûriyê dest pê kir.

Paşê endamê Rêveberiya Komeleya Çandê ya Suryanî li Sûriyê Hena Somê bixêrhatina beşdaran kir û spasiya Desteya Çandê ya herêma Cizîrê kir.

Hena daxuyakirin ku bi mîhrîcanên çandê dikarin parastina çanda xwe bikin, her wiha çand û hunera suryanî ji pêkhateyên din re bidin pênasekirin.

Piştre komên Yersûsa, Bermaya, Înana û Lamîta govendên ji çanda suryanî gerandin.

Mîhrîcan dê 5 vê mehê bi dawî bibe.

Back to top button