Artêşa Tirk û çeteyên wê careke din gundên Zeyana, Şeala û Nêrebiyê yên Şehbayê topbaran kirin.
Duh êvarê Artêşa Tirk û çeteyên wê bendava Şehba û gundê Til Medîq bi çekên giran mîna hawan û obusan toparan kir.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê hemwextê êrişên li ser Şehbayê, gundê Hoşan ê 6 kîlometreyan dikeve rojavayê navenda navçeya Eyn Îsa û rêya M4 jî bi dijwarî topbaran kir.
Ta niha tu Agahiyên têkildarî ziyanên topbaranên artêşa dagirker yên li ser herêmên navborê nehatin bidestxistin.