Talîban dibêje wê wîlayeta Pêncşêrê kontrol kiriye

Tevgera Talîbanê ragihand ku wê piştî şerekî dijwar, wîlayeta Pêncşêrê bi temamî kontrol kir.

Li gor agahiyan, hemwextî kontrolkirinê, Talîbanê li Kabula paytext şahî li dar xistin.

Her wiha li gor hin ajansan, dibêjin ku Ehmed Mesûd û cîgirê serokê Efxanî Emir Ellah Salih, reviyane Tacîkistanê.

Lê belê Emir Salih bi dîmenekî ku qenata Tolo ya Efxanî belav kiriye, teqez kir ku ew li Pêncşêrê ne û agahiyên kontrolkirina wîlayetê ne rast in.

Emir Salih got ku Talîban û tevgera El-Qaîde pê re êrîşine tund li dij wan pêk tînin.

Heya niha, piştrast nebûye ka gelo Talîbanê Pêncşêr kontrol kiriye yan na!

Back to top button