Li Bakûrê Kurdistanê leşkerên artêşa Tirk a dagirker zarokek din kuştin.
Dûh êvarê wesayîtekî zirîxî ya artêşa Tirk a dagirker li navçeya Hezexê Şirnexê li zarokê bi navê Mihraç Miroglu yê temen 7 salî da.
Piştî bûyerê Mihraç Miroglu yekser ji aliyên kesên li cihê bûyerê ve ji bo nexweşxaneya navçeyê hate vegûhestin.
Lê tevî hemû hewldanan nehat rizgarkirin û Miroglu li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Li gor zanyariyan dema ew zarok li ser bîsîkletê xwe bû, wesayîta zirxî li wî da.
Piştî bûyerê Partiya Demokratîk a Gelan – HDP’ê derbarê bûyerê de li ser hesaba xwe ya Twiterê daxuyaniyek belav kir û ew bûyer weke “qetlîam” bi nav kir.
HDP’ê di daxuyaniya xwe de got:
Li navçeya Hezexê zarokê 7 salî yê bi navê Mihraç Miroglu, ku weseyata zirxî li wî dabû, hate qetilkirin.
Ew bûyerên trafîkê yên ku bi wesayetên leşkerî, li bajarên Kurdan pêk tên û di encam de dibin sedema mirinan, ne bûyerên trafîkê ne, komkujî ne. Ev bû komkujiya çendan ya zarok, jin û kalan? Êdî bes e!”