Talîban di nava hewldanên avakirina hikûmeteke nû de ye

Talîban di nava hewldanên avakirina hukûmeteke nû de ye.
Li herêma Pencşêr, rewşa şer dewam dike.
Û Yekîtiya Ewrûpayê jî difikire ku ew ê awayê danûstandinên li gel Talîbanê berdewam bike.
Ev mijar rojevên sereke ên Efxanistanê ne.

15’ê Tebaxê bi kontrolkirina paytext Kabulê re, herkes li bendê ye bê wê Tevgera Talîbanê rêveberiyeke çawa saz bike.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên Talîbanê dane Euronewsê, Şêx Hadis Mewlewî Abdulhakîm weke Emîrê tevgerê hatiye diyarkirin.

Di vê pêvajoyê de Heybetullah Axûndzade jî wê weke Lîderê Ruhanî yê Talîbanê erka xwe dewam bike.

Ji damerzrînerên Tevgerê Molla Abdulxenî Baradar wê bibe Serokwezîr.

Sîraceddîn Hakkan jî wê bi erka wezîrê karê hundur rabe.

Her çendî lîsteya hikumeta nû bi awayekî fermî nehatiye eşkere kirin jî lê li gorî çavkaniyên Talîbanê, endamên kabîneyê hemû hatine diyarkirin.

Emrulah Salih: Pênşêrê li jêr kontrola me ye

Di vê navberê de Tevgera Talîbanê doh îdîa kir ku wa herêma Pencşêr bi temamî kontrol kirine.

Li ser vê, alîgirên tevgerê li Kabul û hin deverên din dest bi pîrozbahiyan kirin.

Lê agahiyên ji Pencşêrê hatin parvekirin berovajî îdîayên Talîbanê ne.

Lîderê Eniya Berxwedanê li Pencşêrê Emrullha Salih di pêwendiyeke taybet a li gel Euronewsê îdîayê kontrolkirina bajêr weke propagandeya dijmin binav kir..

Salih li wê yekê mukir hat ku rewşa li bajêr zor e û wiha got:

“Bê goman rewşa li vir ne hêsan e. Lê tevî vê yekê jî herêm di bin kontrola me de ye.

Vê gavê Talîban, bi desteka Pakistan û El Qaîdê êrişî me dike. Em ê jî heta dawiyê axa xwe biparêzin.”

“Eger şertên me bi cih bên em dikarin danûstandinê bikin”

Li aliyê din mîna Amerîka û hin welatên din, Yekîtiya Ewrûpayê jî awayê danûstandinên li gel Talîbanê gotûbêj dike.

Nûnerê Ewlekarî û Pêwendiyên Derve ê Yekîtiyê Jozêv Borel di bin navê desteka ji bo gelê Efxanistanê, îşaret bi wê yekê kir ku ew ji bi diyalogê amade ne.

Borel ji bo vê yekê jî ev şert danîn pêşiya Tevgera Talîbanê:

“Em ê bi ti awayî qebûl nekin ku Efxanistan bibe baregeha komên terorê.

Divê di serî de jin, rêz ji bo mafê mirovan were nîşandan.

Destûr were dayîn ku biyanî û karmendên Efxan bi rehetî welat terk bikin.

Rê were dayîn ku alîkariyên mirovî derbasî Efxanistan bêne kirin.”

NY: Felaketa mirovî û pêla koçberiyê di rê de ne

Komîseriya Bilind a Penaberan ku girêdayî Neteweyên Yekbûyî ye jî têkildarî rewşa aloz a li Efxanistanê daxuyaniyek da..

Berdevkê Komîseriyê, Babar Baloş hişyar kir ku piştî kontrol ket destê Talîbanê, pêleke mezin a koçberiyê destpêkir û wiha got;

Eger em ji bo vê aloziyê çareseriyê peyda nekin, wê gelê Efxan bi kareseteke mirovî re rû bi rû bimîne.

Ji ber vê çendê em bang li hêzên cîhanî dikin da ku rê nedin vê yekê û berpirsiyariyên xwe bicih bînin.

Back to top button