Fermandariya YRK’ê: Ş.Simko Serhildan li Rojhilat pêvajoyek nû da destpêkirin

Fermandariya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê YRK Ji bo bîranîna Fermandarê YRK Simko Serhildan ku ev 10 salin gihaştiye asta şehadetê daxuyaniyek da. YRK anî ziman ku çawa di şexsê fermandarê mezin Egîd de pêvajoyeke nû li Kurdistanê destpê kir, heman tişt di şexsê rêheval Simko Serhildan de jî berdewam kir.

Di sala 2011’an de li Rojhilata Navîn bi navê Bihara Ereban pêvajoyeke nû bi rêvebirina dewletên faşîst mîna Tirkiyê û Îran destpêkir û tê de hemû dewlemendî û nirxên gelan pêşkeşî hêzên sermayedar û sîstemê kirin.

Li hember van dewletan gerîlayên azadiya Kurdistanê di pêşengtiya Fermandarê mezin Şehîd Simko Serhildan bi hêjmareke kêm û bi taktîkên serdema nû, bi cesaret û îradeyeke mezin şer kir û nehişt çiyayên azad werin dagirkirin.

Ji bo bîranîna Fermandarê Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê – YRK Simko Serhildan ku ev 10 salin gihaştiye asta şehadetê Fermandariya YRK daxuyaniyek weşand.

Fermandariya YRK diyar kir ku Simko Serhildan ji temenbiçok rastiya dijmin nas kir û bû xwedî lêgerîn.

YRK da zanîn ku dema gelê kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji bo girtina Rêber Apo rabû ser piyan, heval Simko jî kiryarên dijmin qebûk nekir û biryara xwe da û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Fermandariya YRK da xuyakirin ku ruxmê temenê xwe yê ciwan, heval Simko di demekî pir kurt di nava gerîla de, erka pêşengtiyê bi serkeftî bi cih tîne.

Fermandariyê da zanîn ku çawa di şexsê fermandarê mezin Egîd de pêvajoyeke nû li Kurdistanê destpê kir, heman tişt di şexsê rêheval Simko Serhildan de jî berdewam kir.

Fermandariya YRK di dawiya daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman:

“Ji ber vê yekê, di xeta Rêbertî û şehîdan de, em ê di sala 10’emîn de pir xurtir têkoşîn bikin û mezin bi ser bikevin.

Di salvegera şahadeta rêheval Simko Serhildan de, em hemû şehîdên me yên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin.”

Back to top button