Li Derayê, dan û setendinên di navbera Komîteya danûsetendinan yên Derayê û Komîteya Ewlehiyê ya hikumeta Şamê yên bi navbeynkariya Rûsya de pêk hat, bi bin ket.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê SOHR- di derbarê de ragihand ku komîteyên Derayê radestkirina çekan red kir û nehişt ku hêzên hikumeta Şamê derbasî bajêr bibe.Ji ber vê yekê dan û stendin bi bin ketin
Rûsya jî komîteyên Derayê tawanbar dike ku lihevkirina radestkirina çek û çaresekirina rewşa hemû çekdarên xwecihî binpê kirine.
Her du alî bi sedema binketina dan û setandinan hev du tawanbar kirin.