Temenê kesên ku divê Erka Xweparastinê pêk bînînin hat diyarkirin

Buroya Parastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê temenê kesên ku divê Erka Xweparastinê pêk bînînin diyar kir.

Hevserokatiya Buroya Parastinê bi biryarnameya hejmar / 3/ temenê kesên ku divê Erka Xweparastinê pêk bînînin diyar kir.

Li gorî biryarnameyê:

– Kesên salên jidayîkbûna wan di navbera 1990-1997, ji xizmeta Erka Xweparastinê tên efûkirin.

– Kesên 18 salî temam kirine heta yên ku salên jidayîkbûna wan 1998, divê Erka Xweparastinê pêk bînin.

-Ev biryar, ji bo kesên li ser karê xwe, kesên ji hêzên QSD’ê, Ewlehiya Hundirîm û Disiplîna Leşkerî reviyayîne, ne derbasdar e.

Back to top button