Rûsya heta êvarê dem daye kesên ku lihevkirin red kirine da ku ji Deraayê derkevin

li Deraayê, piştî binketina danûstandinên di navbera Hikûmeta Şamê û Komîteyên Navendî yên Deraayê niha aramî li herêmê serwer e.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku Rûsyayê îro heta êvarê dem dane kesên ku lihevkirinên li gel Hikûmeta Şamê red dikin, da ku berê wan bide tenê herêmên bakurê Sûrî yên dagirkirî.

Çavdêriyê ragihand ku Rûsyayê ji bo derketina wan 22 bas jî amadekirine.

Komîteyên Navendî yên Deraayê jî daxwaz ji Rûsyayê kiribûn ku kesên lihevkirina li gel rêjîmê red dikin bila koçî Urdun an Tirkiyê bikin.

Li aliyekî din, tê gotin ku êlên Deraaya hawara xwe gihandine Qiralê Urdunê Ebdulah bin Husên da ku destwerdanê bike û rê li pêşiya vê yekê bigire.

Back to top button