Efxanistan..Faktorên ku oparasyona li ser Pencşêrê zehmet dike

Di demeke ku Talîban serkeftina xwe ya li Efxanistanê pîroz dike de, hîna wîlayeta Pencşêr li ber xwe dide. Talîban ya ku di nava hefteyekê de paytexta Kabul kontrol kir, li herêma Pencşêrê nikare daxwazên xwe pêk bîne.

Herêma Pancşêr di warê xwezayî de, asî û ji newalên teng pêk tê. Ev yek jî dibe sedema ku di pêkanîna êrişeke li ser herêmê de, hêzên dijber zehmetiyan bibîne. Em jî herîma Pencşêr ya bûyî rojev û cihê baldariyê ji nêz ve nas bikin.

Di demeke ku Efxanistan rojeveke sereke ya cihanê ye, yek ji herêmên ku herî zêde bi navê xwe derketî pêş wîlayeta Pencşêrê ye.

Pencşêr 130 kîlometre dikeve bakur-rojhilatê paytexta Efxanistan Kabul ê.

Beriya destwerdana Amerîka a sala 2001’an, xwedî statuyeke serbixwe bû.

Jimara niştecihên xwe jî nêzî 170 hezarî ye û piraniya xwe jî Tacekî ne.

Hêzên Talîbanê ku dawiya salên 1990’î li seranserê welêt belav bûn, nekarîn têkevin Pencşîrê.

Di pêşengiya Ehmet Şah Mesût de li dijî êrişên Yekîtiya Soviyetê ya 1980’an şereke bi bandor nîşan da.

Lê dema ku qala wê tê kirin, hêzên Talîban li gelek eniyan belav bûbûn.

Herêma ji rêze geliyan pêk tê û dirêjahiya wê bi tevahî 120 kîlometre ye.

Ji ber bi çiyayên asê dorpêçkirî ye, kesên di hindirê wê de dijîn xwe di nava aramiyê de hîs dikin.

Ji ber derbasbûna geliyê wê rêyên pir teng hene, ev yek jî dibe sedema ku oparasyonên li dijî wê zehmet bibin.

Pencşêrî ji bo têkçûna Talîbanê, 2001’an roleke sereke leyîstin.

Xelkê wê napejirînin ku ji aliyê rêveberiya Efxan yan jî Talîbanê ve werin birêvebirin.

Daxwaza wan ya sereke şêwazê xweseriyê ye.

Rêveberên xwe jî ji nava xwe hildibijêrin.

Şêwazê rêveberiya siyasî û çekdarî ji aliyê kurê Ehmed Şah Mesût, Ehmed Mesût ve tê rêvebirin.

Eniya Berxwedana Neteweyî ya Efxanistanê hewl da ku Rûsya û welatên din Talîbanê razî bikin û alîkariya wan bikin, lê bi ser neket.

Back to top button