Di êrişa Îsraîlê ya li ser Filistîniyan de 70 kes birîndar bûn

Doh li herêma Rojava, dîsa gelê Filîstînê li ber avakirina wargehên nû yên Îsraîlê rabûn. Weke her carê ji ber destwerdana polîsên Îsraîl, şer derket. Di encamê de herî kêm 70 kes birîndar bûn.

Li devera Cebel Sebîh a girêdayî bajarokê Beîtayê, rêveberiya Îsraîlê hewl dide wargehên nû ava bike.

Filîstîniyên ku vê yekê weke hewldana berferhkirina dagirkirina axa xwe dibînin, li ber rabûn.

Bi vê armancê bi sedan ciwanên Filîstînî xwepêşandaneke protestoyî pêk anîn.

Lê ji ber destwerdana polîsên Îsraîlê ya bi bombeyên gazê, şer derket.

Di encamê de bêtirî 70 kes birîndar bûn.

Li herêmê xwepêşandanên li dijî avakirina wargehên Îsraîlê bi hefteyane dewam dike.

Back to top button