Pakistan: Wê serokwezîrê Iraq Kazimî serdana welat bike

Serokwezîrê Iraqê wê serdana Pakistanê bike. Balyozê Pakistanê yê Iraqê ragihand ku wê serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana Pakistanê bike.

Balyozê Pakistanê yê li Iraqê Ehmed Emced Elî bi daxuyaniyekê ragihand ku wê piştî çend rojên din serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana Pakistanê dike.

Ehmed got, serdana Kazimî wê li ser peywendiyên navbera her dû welaten encamek erênî çêbike.

Balyozê Pakistanî da zanîn ku wê di serdanê de di navbera her dû welatan de hinek peymanên rewşenbîrî û bazirganî werin îmzekirin.

Her wiha da zanîn ku Iraq û Pakistan xwedî peywendiyek bihêzin û got;

“Mezinahiya bazirganiya di navbera her dû welatan de digihe 64 milyon dolar û niha jî ji bo ev rêje zêde bibe, hewldan hene.”

Back to top button