Wezîrê Parastinê yê DYA Austin wê serdana welatên Kendavê bike

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin piştî bidawîbûna pêvajoya vekişîna ji Efxansitanê wê serdana welatên Kendavê bike.

weke detay, ji dema derxistina welatiyan ji balefirxaneyê bidin

Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYA (Pentagon) John Kirby ragihand ku ji ber hevkariya di pêvajoya vekişîna ji Efxanistanê de Austin wê dest bi gereke li welatên Kendavê bike.

Di nava welatên Kendavê yên ku Austin serdana wan bike de, Bahreyn, Qeter, Kuweyt û Erebîstana Siûdî heye.

Serokê fermandariya DYA jî bi daxuyaniyekê dazanîn ku Serokê Fermanariya Giştî yê DYA Mark Milley tevî Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg bi fermandarên welatên di vekişîna ji Efxanistanê de hevkariya wan kirî re axiviye û spasiya wan kiriye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Milley bi fermandarê Qeter, Almanya, Kuweyt, Norveç, Bahreyn, Ingilistan, Spanya, Îtalya û Tirkiye re axiviye.

Back to top button