HPG: Hêzên PDK’ê êrişî Gerîlayên me kir û 7 hevalên me şehîd bûn

Tevî hemû hewldanên gelê Kurd û hişyariyan jî PDK’ê di çarçoveya berjewendî û fermanên dewleta Tirk de êrişên xwe yên li ser gerîlayên Azadiyê didomîne. HPG’ê diyar kir hêzên PDK’ê li herêma Zapê êrişî gerîlayên wan kirin û da zanîn di encamê de 7 gerîla şehîd bûn. HPG’ê got, “Hêzên PDK’ê bi awayekî nemerdane hêzên me xistiye kemînê. Tu eleqeya vî tiştî bi Kurdbûnê tune. Ev êriş xisareke mezin dide doza azadiyê ya gelê Kurdistanê.”

Êrişên PDK’ê yên li dijî gerîla û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk a dagirker re roj bi roj zêde dibe.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên hêzên PDK’ê yên ser gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir komeke ku ji 7 gerîlayan pêk dihat, li herêma Xelîfanê dema xwestine çemê Zapê derbas bikin hêzên PDK’ê ew xistine kemînê û êrişî gerîlayan kirine.

HPG’ê da zanîn li gorî agahiyên ku gihiştine destê wan ev gerîla hatine şehîdxistin û wiha got,

“Hêzên PDK’ê bi awayekî nemerdane hêzên me xistiye kemînê û tu tiştekî ji vêya xerabtir tuneye ku hêzên me wisa şehîd bûne. Tu eleqeya vî tiştî bi Kurdbûnê tune. Ev êriş xisareke mezin dide doza azadiyê ya gelê Kurdistanê.”

Diyar e ku rêveberiya PDK’ê hêzên xwe nêzî cihên hêzên me bi cih dikir û dixwest em li wan bidin. Di vê pêvajoya hesas de, em li berjewendiyên gelê xwe difikirin. Dema ku me li wan nedaye, vê carê bi awayekî xayînî hêzên me dixin kemînê û dixwazin pêvajoyeke şer a yekalî bidin destpêkirin.”

HPG’ê diyar kir divê hemû gelê Kurdistanê ji Barzanî û rêveberiya PDK’ê bipirsin:

“Ger şerek di nava Kurdan de pêk were wê çi bi dest bixin?

Çima hûn bi israr şerê di navbera Kurdan de ferz dikin? Ev nayê wateya ku di sedsala 21’an de dema şerekî wisa çêbibe wê dahatûya gelê me xerab bibe?

HPG’ê diyar kir dewleta Tirk li Îmraliyê li Rêber Apo û li zindanan êşkenceyê dike û li her qadê êrişî gelê Kurd dike û got,

“Dema ku PDK jî dibe hevkarê van êrişan em vî tiştî ji edalet, wijdan û biryara gelê xwe û raya giştî re dihêlin.”

Back to top button