Blinken: Agahiya me ji komployên Îran yên li dijî rêveberên DYA heye

Wezîrê Karên Derve yê DYA Antony Blinken îdîa kir ku Waşîngton ji planên Îran yên pêkanîna komplo ya li dijî rêveberên niha û berê yên DYA agehdare. Ji ber vê yekê jî ceza li ser 4 welatiyên Îranê birîn.

Antony Blinken pêkanînên herî dawî yên li dijî Îran û pêvajoya pêwendiyên Washington û Tehranê nirxand.

Saetên serê sibehê, Amerîkayê siza li ser çar hemwelatiyên Îranê sepandibû.

Ev yek jî bi îdiaya plankirina revandina hemwelatiyê Amerîkî Mesîh Alînejad nîşan da.

DYA îdia dike ku li pişt hewlên revandinê îstixbareta Îranê heye.

Blinken di konfranseke rojnamevanî de got:

Em ji hewlên Îran yên pêkanîna komplo li dijî rêveberên niha û berê yên Waşîngtonê agehdarin.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka diyar kir ku DYA wê hewildanên ji bo tirsandina rojnamegerên serbixwe an bêdengkirina muxalifan û nemaze hemwelatiyên Amerîkî, nepejirîne.

Back to top button