Îtalya .. Ji ber şewatê herî kêm 5 kes birîndar bûn

Li Bakurê Îtalyayê agir bi avahiyeke mezin ket û bû sedem ku 5 kes birîndar bibin. Hat zanîn ku şewat ji ber xebatên lehîmê rûda ye.

Bûyer li navenda bajarê Torîno pêk hat.

Li gorî agahiyan, dema kesekî karker bi xebatên lehîmkirinê re mijûl dibû, agir bi banê avahiyê dike..

Û di nava demeke kurt de şewat belav dibe.

Di encamê de 5 kes bi sivîkî birîndar bûn.

Her wiha bêtirî 100 kesên li avahiyên derdorê ji herêmê hatin dûrxistin.

Piştî destwerdana bi saetan a komên agirkujiyê, şewat hate kontrolkirin.

Back to top button