Amerîka..Piştî bagera Ida li eyaleta Louisiana 800 hezar avahî bê elektirîk man

Li parzemînên Amerîka, Asya û Ewropa bager û baranê di warê neyînî de bandor li jiyanê kiriye. Li DYA piştî Bagera Ida, ziyanên ku derketine hîn zêdetir tên xuyakirin. Bi taybet li eyaleta Louisiana di peydakirina pêdiviyên jiyanê de zehmetî têne dîtin. Zêdeyî 800 hezar avahî bê elektirîk mane. Û heta niha 46 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li Meksîka û Pakistanê jî ji ber barana zêde ku veguherî lehiyê 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Guherîna rewşa avhewa li nava Amerîka xwe bi bager û lehiyê dide nîşandan.

Ji 29’ê Tebaxê ve Bagera Ida bandoreke zêde li ser eyaletên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) kir.

Li gorî çapemeniya DYA li beşek herêmên Louisiana nebûna benzînê rê li ber rêzeke dirêj ya erebeyan vekiriye.

Li beşek firoştgehên mezin jî, av, şîr û nan ku pêwistiyên sereke ne nayên peydakirin.

Firoşgehên mezin jî dibêjin, ti pirsgirêk di peydakirina pêwistiyên jiyanî de nîne.

Yek ji zehmetiyên herî sereke yên xwe gihandina pêwistiyên jiyanî jî nebûna sotemeniyê ye.

Her wiha nebûna elektirîkê jî yek ji rewşên ku jiyanê hîn zehmetir dike ye.

Li eyaletê nêzî 825 hezar avahî ji elektirîka wan nîne.

Tevî dema vebûna dibistanan hatiye jî lê hîna wê kengê dibistan werin vekirin nayê zanîn.

Dibistanên li Louisiana ku ji ber Covid-19 piştî demekê hat vekirin, ji ber bagera Ida careke din hatibûn girtin.

250 hezar xwendekar nizanin ka wê kengê biçin dibistanê.

Tê gotin Bagera Ida wê 3 hefteyan dewam bike.

Bagera Ida di saetê de bi leza 240 kîlometre diherike û ev yek jî dihêle ku bikeve asta 4’emîn.

Li ber bagera û lehiya li eyaletên DYA herî kêm 46 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li eyaleta Morelos ji ber lehiyê 4 kes mirin

Li welatê cîranê DYA, Meksîka lehî rabû.

Li eyaleta Morelos ji ber barana zêde ya ku bû sedema lehiyê dawî li jiyana 4 kesî anî.

Li eyaleta Karaçî ji ber lehiyê 4 kes mirin

Li Pakistanê jî barana zêde di warê neyînî de bandor li welat kir.

Li bajarê Karaçî ji ber barana zêde lehî rabû.

Zarokek di nav de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Back to top button