Li Bakûrê Kurdistanê leşkerên artêşa Tirk a dagirker zarokek din kuştin

Li Bakûrê Kurdistanê leşkerên artêşa Tirk a dagirker zarokek din kuştin.

Dûh êvarê wesayîtekî zirîxî ya artêşa Tirk a dagirker li navçeya Hezexê Şirnexê li zarokê bi navê Mihraç Miroglu yê temen 7 salî da.

Lê tevî hemû hewldanan nehat rizgarkirin û Miroglu li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Piştî bûyerê Partiya Demokratîk a Gelan – HDP’ê derbarê bûyerê de li ser hesaba xwe ya Twiterê daxuyaniyek belav kir û ew bûyer weke “qetlîam” bi nav kir.

HDP’ê di daxuyaniya xwe de got:

Li navçeya Hezexê zarokê 7 salî yê bi navê Mihraç Miroglu, ku weseyata zirxî li wî dabû, hate qetilkirin.

Ew bûyerên trafîkê yên ku bi wesayetên leşkerî, li bajarên Kurdan pêk tên û di encam de dibin sedema mirinan, ne bûyerên trafîkê ne, komkujî ne. Ev bû komkujiya çendan ya zarok, jin û kalan? Êdî bes e!”

Dayika Mîhraç Mîroglu axivî û ev tişt got: Min ji polîsan nepirsî ku wan çima ev anîn serê kurê min”

Back to top button