Emîne Muslim bi karê destan çanda herêmê diparêze

Jina bi navê Emîna Muslim a ji Kobanê, bi xebatên xwe yên di honandin dirûtinê, karê destan û xemlkariyê de çand û mîrasê herêmê parastiye. Niha Emîne dixwaze li gel hin jinan projeyeke xwe veke da ew bibin xwedî aboriyeke serbixwe.

Karên destan yek ji çalakiyên hunerî ku jin bi jêhatbûn û kedeke bêhemba dike..

Da ku ew hunerên bedew hilberînin mîras û kevneşopiyên dapîran vejîn dikin.

Jina bi navê Emîna Muslim 45 salî ya ji gundê Şêranê yê li rojhilatê Kobanê ye, yek ji hezkiriyên karê destan e.

Emîna hîna ji biçûkaniya xwe fêrî hunera karê destan û dirûtinê bûye.

Emîna Muslim li gel meraqa wê ya karê destan, fêrî dirûtina hiriyê û hin çengelên yek û du qatî jî bûye, di heman demê de fêrî xemilandina cil û bergan bû.

Emîne ji bo xurtkirina aboriya jinan, daxwaza vekirina projeyekê dike

Emîna eşkere kir ku tevî dijwariya vî karî, lê ew çand û mîrata dayîk û dapîra xwe diparêze.

Jinên ku derfet nedîtine xwendina xwe biqedînin divê hêviya xwe winda nekin û pîşeya ku jê hez dikin, fêr bibin

Emîne Muslim di dawiyê de jî xwest ew û jinên derdor bi hev re projeyekê vekin da ku bibin xwedî aboriyeke serbixwe.

Back to top button