”Armanca êrişan valakirina wargehê ye”

Endama Koordînasyona Meclisa Îştar a Mexmûrê Çîçek Cengîz û jinên Mexmûrê yên ku ji ber bombaranê malê wan xirabûne de dibêjin, dewleta Tirk a dagirker dijminê tevayî mirovahiyê ye û armanca êrîşên wê jî valakirina Wargehê ye.

3’ê Îlonê balafirek bê mirov a dewleta Tirk a dagiker navenda Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmur bombebaran kir.

Cihê ku hatiye bombebarankirin, nava malan e û ziyanek maddî çêkir.

Jinên ku ziyan gihane malên wan hêrsa xwe anîn ziman.

Jina bi navê Wesîla Çelê ya ku di demê êrîş pêkhatî de zarokên wê razayî bûn.

Besna Çelê ya ku xwedî 5 zarokên biçûk û mala wê hatibû bombarankirin behsa wan kêliyên bombaranê dike.

Çîçek Cengîz: Dayîk ji bo zarokê xwe biparêze birîndar bû

Endama Koordînasyona Meclisa Îştar ya Mexmûrê Çîçek Cengîz di derbarê êrîşa dewleta Tirk ya li ser wargeha Penaberan a Mexmûrê ku her carê sivilan dike armac de axivî.

Çîçek Cengîz: Dewleta Faşîst a Tirk dijminê hemû mirovahiyê ye

Çîçek Cengîz bi bîr xist ku armanca van êrîşên li dijî wargeha penaberan a Mexmûrê, belavkirina gelê wargehê ye.

Dewleta Tirk ya ku tu sînorên şer nas nake hemû kiryarên xwe ji bo tunekirina gelê kurd xistiye meryetê.

Li beramberî vê yekê divê gelê Memûrê bi taybet û tevahî gelê kurd li hemberî van êrîşan xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe xurt bikin.

Back to top button