LI DÊRAZORÊ NAVENDA ERKA XWEPARASTINÊ HAT VEKIRIN

Navenda Komîteya Erka Xweparastinê ya Dêrazorê bi merasîmekê li gundê Cedîd Egîdat ê rojhilatê bajêr hate vekirin.

Bi dehan şêniyên gundewarên Dêrazorê, fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê, QSD’ê û rûspiyên herêmê beşdarî merasîma vekirina navendê bûn.

Di merasîmê de Hevserokê Komîteya Parastinê Mihemed Ebû Leyla axivî û got:

“Divê her kes giraniya rewşa ku em tê de derbas bûn, ji şer û aloziyê nas bike û girîngiya vekirina vê navendê nas bike.”

Ji fermandarên QSD’ê Aryan Qamişlo jî axivî û bang li şêniyên Dêrazorê kir ku xwedî li destkeftiyên şehîdan derkevin û li derdora parêzvanên herêmê kom bibin.

Leave a Reply

Back to top button