
Artêşa Tirk û çeteyên wê îro careke din bi çekên giran 3 nuqte li Eyn Îsa û gundên Şêrawa topbaran kir.
Artêşa dewleta Tirk a dagirker gundê Xalidiyê, rêya M4 û xwaringeha Seqir ên Eyn Îsayê topbaran kir.
Heman artêşê gundê Qinetire yê navçeya Şêrawa ya Efîrnê jî topbaran kirin.
Her wiha dagirkeran êriş birin ser gundên Zeyana, Şeala û Nêrebiyê yên Şehbayê jî û topbaran kirin.
Duh êvarê jî Artêşa Tirk û çeteyên wê bendava Şehba û gundê Til Medîq bi çekên bi hawan û obusan toparan kir.