Kongra Star: PDK’ê ji çarenûsa gerîlayên revandî berpirsyare

Kongreya Star bi daxuyaniyekê anî ziman ku PDK’ê berpirsê çarenûsa gerîlayên revandî ye.

Kongreya Star êrişên dewleta Tirk li ser Mexmûr û kampa Êzidiyan û hevkriya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kir.

Her wiha diyar kir ku Iraq ne serweriya xwe û ne jî xaka xwe diparêze, ti helwestekê jî nîşanî van êrişan nade.

Kongreya Star bal kişand ser revandina PDK’ê ji koma gerîla re û got, ”PDK’ê berpirsê çarenûsa gerîlayên revandî ye”.

Kongra Star bang li tevahî saziyên mafên mirovan ên cîhanê kirin ku sûcdaran muhasebe bikin.

Back to top button