Cenazeyê şehîd Îmad Ebdulrezaq hat oxirkirin

Bi sedan ji şêniyên Minbicê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Îmad Ebdurezaq oxir kirin.

Endamê Hêzên Asayîşê Îmad Ebdurezaq Hecî şehîd bû.

Bi sedan ji şêniyên Minbicê ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd li goristana şehîdan a li başûrê bajêr kom bûn.

Li goristanê li ser navê Hêzên Asayîşê, Meclisa Malbatên Şehîdan û Komîteya Şaredariyan axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û da zanîn ku şehîdan ji bo aramiya welat canê xwe feda kirin.

Piştî axaftinan, nasnameya şehadeta Îmad hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd di nava slogan û tilîliyên dayikan de hate veşartin.

Back to top button