Li Hollandayê konferansa neteweyî hat lidarxistin

Doh li Hollandayê bi pêşengiya Platforma Dijî Dagirkeriyê bi tevlêbûna, gelek siyasetmedar, rewşenbîr û nûnerên partiyan yên li çar aliyên Kurdistanê li dijî êriş û dagirkeriya li ser Kurdistanê, Konferansa Netewî hat lidarxistin.

Di konferansê de li ser girîngiya Yekîtiya Netewî ya li dijî êriş û dagirkeriyê hat sekinandin.

Platforma Dijî Dagirkeriyê, li dijî dagirkeriya li ser Kurdistanê li Hollanda konferansa neteweyî li dar xist.

Nûnerên partiyên Kurd û rewşenbîrên ji çar parçeyên Kurdistanê tevli konferansê bûn.

Di konferansê de li ser navê platformê Refîk Gefûr axivî, balkişand ser armanca lidarxistina konferansê û got,

”Armanca me ew e ku em partiyên siyasî bînin cem hev da ku li dijî dagirkeriyê bi yek destî têkoşînê bikin”.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar jî axivî, konferans weke gavek girîng bi nav kir.

Zubeyîr Aydar destnîşan kir ku ew di nava têkoşîneke demdirêj û berfireh de ne û li çar perçeyên Kurdistanê li ber xwe bidin.

Aydar diyar kir ku komek gerîlayên ji bo berxwedanê çûne qada Metînayê, aqûbeta wan nayê zanîn û got “Em li benda bersiva PDK’ê ne.”

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Silêman Heso jî axivî.

Silêman Heso anî ziman ku li Rojavayê Kurdistanê destkeftiyên mezin hatine bi destxistin.

Her wiha Serokê Partiya Îslam ya Kurdistanê Hikmet Serbilind jî di konferansê de axivî û wiha got,

Li ser navê YNK’ê Şêx Şemal diyar kir divê her kes li dijî dagirkeran rabe ji ber ku ev şerê hebûn û tunebûn ye.

Endama Kordînasyona Kongra Star Asya Ebdullah jî got ”Berpirsyariya ku dikeve ser milê me têkoşîna li dijî dagirkeriyê ye”.

Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs jî anî ziman ku yekîtiya netewî bi akademîsyen û rewşenbîran dikare pêk were.

Back to top button