HEVSEROKA PARTIYA ÇEP KATJA KÎPPÎNG BI ŞANDEYA PYD’Ê RE HEVDÎTIN KIR

Hevseroka PYD’ê Ayşe Hiso li paytexta Almanya Berlînê di nava peywendiyên dîplomasiyê de ye ku ji bo dawî li dagirkeriya dewleta tirk a li Efrînê bîne. Herî dawî jî heseroka PYD”ê Ayşa Hiso bi Hevseroka Partiya Çep Katya Kîppîng re hevdîtinek pêk anî. Katya ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirk li Efrînê bang li hikûmeta Merkel kir ku dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê bi dawî bike.

Hevseroka PYD’ê Ayşe Hiso û şandeya pêre li paytexta Almanya Berlînê peywendiyên dîplomasî dike.

Şandeyê bi Hevseroka Partiya Çep “Katiya kîpan”Katja Kîppîng ku yek ji partiyên muxalefet a Almanyayê ye civiya.

Şandeyê têkildarî bûyerên li Rojavayê Kurdistan û Bakurê Sûriye û dagirkeriya Tirk a li Efrînê agahî da Kîppîngê.

Piştî hevdîtinê Kîppîng li ser hesabê xwe yê tevna civakî dîmenek parve kir û ji bo bidawîkirina dagirkeriya li Efrînê, Û hevkariya dewleta Alman a bi hikumet Erdogan re bang li Hikûmeta Federal a dibin serkowezîritya Angela Merkel de kir.

DIVÊ DAGIRKERIYA LI EFRÎNÊ BI DAWÎ BIBE

Kîppîng diyar kir ku şervanên kurd çeteyên DAIŞ’ê têk birin .

Hevseroka Partiya Çep bibîrxist ku dewleta Tirk û çeteyan we bi panzerên Alman Efrîn dagir kiriye û wiha got;

Dewleta Tirk a dagirker hemû cûreyên hovîtiyê û bipêkirinan li ser Efrîniyan dimeşîne .

Herî dawî jî me bihîst ku niha zarokan bi zorê dişînin mizgeftan.

Ji ber vê yekê em bang li Hikûemta Federal dikin ku hevkariya xwe ya leşkerî ya bi Erdogan re bidbawî bikin.

Êdî piştgiriya hêzên aligîrên wekhevî û demokrasiyê ya li Sûriyeyê bikin.”

Tê payîn ku şandeya PYD’ê roja 21’ê Nîsanê beşdarî çalakiya ku bûyerên li Rojava û bi taybet li Efrînê were lidarxistin, bibe.

Leave a Reply

Back to top button