Hikûmeta Şamê derbaskirina kehrebeyê di erdên Sûriyê re qebûl kir

Sekreterê giştî yê Meclisa Bilind a Lubnan-Sûriyê Nesrî Xûrî ragihand ku hikumeta Şamê qebûl kiriye ku gaz ji Misirê û kehrebe ji Urdunê di erdên Sûriyê re derbasî Lubnanê bibe.

Li gorî Reutersê, hikumeta Şamê doh ragihand ku ew daxwaza Lubnanê ya anîna gazê ji Misirê bi nava xaka Sûriyê re, qebûl dike ku doh wezîrên Lubnanê ji bo wê mijarê serdana Şamê kir.

Sekreterê giştî yê Meclisa Bilind a Lubnan-Sûriyê Nesrî Xûrî  piştî civîna li Şamê bi daxuyaniyekê ragihand ku “aliyê Sûriyê daxwaza wan qebûl kiriye.”

Li gorî planê, gaza Misirê ji bo hilberandina kehrebeyê dê li Urdunê bê bikaranîn, piştre di erdên Sûriyê re dê derbasî Lubnanê bê kirin.

Back to top button