Li Kerkûkê 13 polîsên artêşa Iraqê di êrişa çeteyên DAIŞ’ê de hatin kuştin

Çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê êriş birin ser nuqteyekê. Di encamê de 13 polîsan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî çavkaniyên ewlekarî û tenduristiyê, êriş şeva Şemî û Yekşemê li bendeke kontrolê ya li başûrê Kerkûkê qewimî.

Hate ragihandin ku di êrişa çeteyên DAÎŞ’ê de 13 polîs hatine kuştin.

Li vê herêmê, şaneyên razayî yên DAÎŞ’ê timî êrişan dikin.

Mehên dawî êriş zêde bûn.

Ev êrişa dawî ya li ser benda kontrolê, êrişa herî giran a çeteyên DAÎŞ’ê ye ku ji destpêka salê ve hatiye kirin.

Back to top button