KCDK: 29. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî wê 24-25’ê Îlonê pêk were

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê da xuyakirin ku wê 29’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî wê 24-25’ê Îlonê bê li dar xistin.

Têkildarî Festîvalê, KCDK daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev xal anî ziman”

Wê di 17-18’ê Îlonê de Festîvalê bihata lidarxistin, lê ji ber zêdebûna nexweşiya Coronayê rêveberiya welat neçar ma ku festîvalê ji bo 24-25’ê Îlona 2021’ê taloq bikin.

Li gorî vê guhertinê divê Mecils, Hunermend,Dost amadekariya xwe bikin.”

KCDK diyar kir ku Festîvala îsal bi dirûşma ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, statu ji Kurdistanê re dê were li dar xistin.

Di dawiyê de Dîwana Hevserokatiyê bang li gel, dost, û komunalîstên enternasyonal kir da ku tevlî festîvalê bibin.

Back to top button