Hevdîtina Elî Memlûk û Hakan Fîdan rê li ber encamên çawa veke?

Delweta Tirk ya ku di hilweşandin û wêrankirina Sûriyê de bi roleke kampax rabû û gelek bajarên Sûriyê dagirkir, careke din bi rayedarên hikûmeta Şamê re dest bi danûstandinan kiriye. Serokên îstîxbaratên dewleta Tirk û hikûmeta Şamê wê li paytexta Iraqê Bexdayê careke din hevdîtinê bikin. Gelo piştî ewqas dagirkirin û wêrankirina Sûriyê wê her du dewlet li ser çi mijaran hevdîtinê bikin? Ev yek jî dibe sedema vê pirsê; Gelo dîsa tişta ku van hêzan tîne cem hev dijmintiya li dijî Kurdan e?

Beriya ku şer û aloziya Sûriyê destpê bike Tirkiye û Sûriye gelek nêzîkî hev bûbûn û têkiliyên her du dewletan ji her demê bêtir gelek germ û dostane xuya dibû.

Ji ber vê yekê ji aliyê gelek der û doran ve nirxandên mîna “Wê Sûriye bibe wîlayeteke Tirkiyê” jî dihat kirin.

Lê bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyê ya sala 2011’an ev têkilî guherî û Tirkiyê li dijberî Sûriyê cihê xwe girt.

Erdogan li şûna gotina “Esedê bira” gotina “Esedê kujer” bikaranî.

Rayedarên Tirk gotina “Emê di nava 24 saetan de li mizgefta Umewî ya li Şamê nimêj bikin” bikaranîn.

Dewleta Tirk ji vê pêvajoyê şûnde kûrkirina şer û hilweşîna Sûriyê weke wezîfeyeke sereke girt ser xwe.

Bi dehan komên çete bi navên cuda bi rêxistin kir û berê wan da Sûriyê.

Tiştên ku bi koman bi sernexist bi xwe pêk anî û bajarên Bakurê Sûriyê dagirkirin.

Hê jî vê rol û wezîfeya xwe ya kambax berdewam dike.

Lê weke ku tiştek nebûye dîsa her du dewlet hewl didin têkiliyên xwe mîna berê xweş bikin.

Helbet mijara sereke ya ku van herdu dewletan tîne cem hev, weke ku berê jî pêk hatibû, dijmintiya li dijî Kurdan e.

Ev demeke di navbera rayedarên dewleta Tirk û hikûmeta Şamê de hevdîtin tên kirin.

Çavkaniyên ewlekariyê yên Iraqê diyar kirin ku wê Serokê Îstixbarata Tirk Hakan Fîdan û Serokê Îstixbarata Hikûmeta Şamê Elî Memlûk li paytexta Iraqê Bexdayê hevdîtinê bikin.

Hin dezgehên ragihandinê yên dewleta Tirk jî ev yek piştrast kirin û weke hevdîtina dîrokî bi navkirin.

Her du serokên îstîxbaratan Çileya 2020 li paytexta Rûsya Mosko jî hevdîtin kiribûn.

Serokê Berê yê Daîreya Îstîxbaratê yê Fermandariya Giştî ya Tirk Îsmaîl Heqî Pekîn ji bo hevdîtina ku wê li Bexdayê pêk were got,

“Dibe ku bibe destpêka pêvajoyeke nû. Wê rêyên dîplomasî û siyasetê ji nûve veke.”

Back to top button