Artêşa Tirk gûndên Şera û Eyn Îsayê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê carek din vê sibehê gundên navçeya Şera ya Efrînê ya dagirkirî topbaran kir.

Heman artêşê gundê Qineytire yê navçeya Şêrawa ya Efîrnê jî topbaran kirin.

Her wiha dagirkeran êriş birin ser gundên Zeyana, Şeala û Nêrebiyê yên Şehbayê jî û topbaran kirin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê doh êvarê jî gundê Xalidiyê, rêya M4 û xwaringeha Seqir ên Eyn Îsayê topbaran kir.

Back to top button