Li kampa Holê penaberê Îraqî hate kuştin

Penaberê Îraqî Umer Mehmûd Sebar ê yê 18 salî di kampa Holê de ji aliyê kesên ne nas ve hate kuştin.

Li gorî agahiyên ji hêzên ewlekariya kampê hatin bi destxistin, Umer Mehmûd Salih bi 7 guleyan di serî û laş de hatiye kuştin.

Heman çavkaniyan da diyarkirin ku Sebar di Fêza yekem komîna E3 ya kampê de dima.
Bûyera kuştinê ji aliyê hin kesên ku cilên jinan li xwe kiribûn pêk hatiye.

Ji bilî van agahiyan tu agahiyên din ne hatin bi destxistin.

Di 28`ê meha Tabexê de jî li kampa Holê Îraqî Umer Cemîl bi 4 guleyan kuştî hate dîtin.

Di kampa Holê de zêdeyî 62 hezar koçberên Sûrî, Penaberên Îraqî û malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî hatine bi cihkirin.

Back to top button