Aydar: Em li bendê ne ku PDK’ê mijarê eşkere bike

Daxuyaniya HPG’ê ya dawî, dîsa bûyera wendakirina gerîllayên li Xelîfan anî rojevê..

Lewma li wê herêmê ji 26’ê Tîrmehê ve aqûbeta 3 gerîllayên ketin ketîme hêzên PDK’ê hê jî ne diyar e.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê di “Konferansa Netewî ya li dijî Dagirkeriyê” de bang li PDK’ê kir ku da aqûneta wan gerîllayan eşkere bike.

26’ê Tîrmehê dema yekîneyeke gerîlla a ji 3 kesan pêk tê li herêma Xlîfan hewl dida derbasî qadeke din bibe, pêwendiya li gel hate birîn..

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê piştî vê bûyerê bi 3 rojan daxuyaniyek da ev agahî parve kirin:

Li gorî çavkanî û şahidên herêmî, yekîneya me a gerîlla ji aliyê hêzên PDK’ê ve tê dorpêçkirin.

Û paşê li dijî wan êrişî tê lidarxistin.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku di êrişa hêzên PDK’ê de hin gerîlla şehîd bûne.

Ji bo bûyer neyê eşkerekirin, PDK’ê ketin û derketina herêmê qedexe dike û ji qê demê ve aqûbeta wê yekîneya gerîlla nayê zanîn..

Tevî hewldanên malbatên gerîlla û bangên civaka Kurd jî PDK’ê xwe li bêdengiyê danî û ti bersiv nedaye..Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyr Aydar di “Konferansa Netewî ya li dijî Dagirkeriyê” de mijar careke din anî rojevê..

Aydar sûcên dij mirovî yên dewleta Tirk li Kurdistanî pêk tîne bi bîr xist û got;

PDK’ê bi helwesta xwe xizmeta siyasetên Tirkiyê dike.

Aydar behsa berxwedana dîrokî ya li Girê Zendûrayê jî kir û wiha got:

Li tûnelên şer ên Zendûrayê 6 gerîlla di roja 39’an a berxwedanê de şehîd dibin.
Wan gerîllayan nameyek ji bo gelê Kurd şandibû. Piştî nivîsandina nameyê bi 11 rojan ev gerîlla şehîd dibin.

Başe, ev gerîlla kengî şehîd bû?

Dema ku dewleta Tirk tengav bû û PDK’ê hêzên xwe şandin herêmê.

Ji ber ku rê nehat dayîn alîkarî ji bo wan gerîllayan biçe, şehîd bûn.

Aydar di axaftina xwe de ev gotinên di nameya gerîllayan de careke din bi bîr xist:

Tê zanîn dewleta Tirk li dijî Avaşîn, Metîna, Zapê û Zendûrayê êriş destpêkirin. Em li eniya berxwedanê ya Zendûrayê cihê xwe digrin. Ev êriş 39 roj in dewam dikin.

Di vê pêvajoyê de daxwaza me ji gel ew e ku mil bide milê gerîlla û cihê xwe di nava têkoşînê de bigre.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê aqûbeta ne diyar a 3 gerîllayên li herêma Xelîfan jî anî rojevê û wiha dewam kir:

Back to top button