PDK’ê li Metîna ji artêşa Tirk re rê vedike

Hêzên Zêrevanî yên ser bi PDK’ê ve di van rojên dawiyê de liv û tevgera xwe ya li Metînayê zêde kirine û riyên nû ji bo hêsankirina tevgera artêşa Tirk a dagirker li herêma navborî çêdike.

Ajansa Rojnews’ê derbarê mijarê de ragihand ku PDK li devera gundê Elkîşkê dest bi çêkirina rêyeke nû ya leşkerî kiriye.

Çavkaniyan diyarkirin, rê bi mebesta hêsankirina tevgera artêşa Tirk û anîna hêzên PDK’ê ji bo herêmên şer tê çêkirin.

PDK’ê li gundê Kanîmasiyê 3 bargehên nû çêdike

Çavkaniyeke din jî ji herêmê ragihand, hêzên PDK’ê li gundên Kanîmasiyê 3 baregehên nû ku weke bendên kontrolê jî bikartînin çêkirine.

Li gorî vê agahiyê baregehek li nêzî gundê Elkîşkê hatiye çêkirin. bargeheke din li navbera gundê Qumriyê û Edinê de hatiye danîn.

Heman çavkaniyê dazanîn li sêgoşeya gundê Binavê jî barehek hatiye çêkirin.

Ji 5’ê Hezîranê ve PDK hem wextê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê û gerîlayên HPG’ê, çekdarên xwe Zêrevaniyê derbasî herêmên şer dike.

Back to top button