HPG: Hêzên gerîla li herêma Avaşînê li dagirkeran dan

Gerîlayên Azadiyê ku herêma Avaşînê veguherandina qada berxwedanê rojane derban li artêşa Tirk ya dagirker didin. HPG’ê diyar kir hêzên gerîla li qada Werxelê li leşkerên Tirk yên dagirker dan û got, “Artêşa Tirk ya dagirker 17 carana qada berxwedanê ya Werxelê bi teqemenîyan û gazên jehrî bombebaran kir.

Gerîlayên HPG’ê bi çalakiyan rojane bersiva êrişên dewleta Tirk yên li ser başûrê Kurdistanê didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên artêşa Tirk û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê da zanîn berxwedana dîrokî ya gerîlayan a li herêma Avaşînê bê navber dewam dike û ev agahî parve kir,

“4 û 5’ê Îlonê artêşa Tirk ya dagirker qada berxwedanê Werxelê 17 caran bi teqemeniyan û gazên jehrî bombebaran kir.

Piştî bombebarana dijwar dagirkerên ku xwestin ber bi qada berxwedanê ve werin, li ser destwerdana berxwedêrên Werxelê bêyî ku encamê bi dest bixin vekişiyan.”

Hat diyar kirin tevgera dron û balafirên keşfê yên li ser qadên berxwedanê dewam dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir êrişên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.

Hat gotin 4’ê Îlonê gelek qadên bi ser herêmên Garê, Avaşîn, Zap û Metînayê ji aliyê qereqolên ser sînor û bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

Back to top button