Hikûmeta Şamê Deraa El-Beled toparan kir

Piştî têkçûna danûstandinan, Hikûmeta Şamê taxên Deraa El-Beled topbaran kir. Li aliyekî din jî balafirên Rûsî yên şer gundewarên Idlib û Lazîqiyê, bombebaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikûmeta Şamê êriş birin ser Dera El-Beled û bombebaran kirine.

Navendê da zanîn ku hêzên hikumeta Şamê toparana li dijî herêmê zêde kiriye û li aliyê din Firqeya 4`an hewl daye bikeve herêmê, lê bi ser neketiye.

Çekdarên herêmê bersiv dane hêzên rejîmê û şer heta destê sibehê dewam kiriye û çekdaran êrişên hêzên Şamê bi bin xistine.

Her wiha piştî ku danûstandinên navbera her du aliyan têk çû û şandeya eşîrên Horanê duh ji Dera El-Beled derket, şer careke din dest pê kir.

Balafirên Rûsyayê nuqteyek dewleta Tirk bombbebaran kir

Li gorî heman çavkaniyê balafirên şer ên Rûsyayê vê sibehê bajarokê Bare û hin deverên din yên Idlibê, ango bakurê Lazîqiyê û derdora nuqteyeke girêdayî artêşa Tirkiyê li Bare, bombebaran kirin.

Wekî din, hêzên hikûmeta Şamê bi dehan moşekan deverên li Kensefra ya başûrê Idlibê kir hedef.

Back to top button